Ofîsa Dozgerê ya wîlayeta Los Angelesê derbarê hejmara kuştîyên şewatê de agahîyên nû parve kir.

Di daxuyaniya ku ji teref Saziya Tiba Edlî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di şewatên ku berdewam dikin de li herêmên Palîsades û Eatonê hejmara kesên canê xwe ji dest dane derket 16an.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şewata li Eatonê de 11, li Palîsadesê jî 5 kes mirin.

Rayedaran hişyarî dan ku tê texmînkirin ku bi şev leza bayê di saetê de 30 heta 45 kîlometreyan zêde bibe.

Her çend di warê kontrolkirina agir de li deverên cuda yên bajêr pêşkeftinek kêm hebe ji ber ku bayê di 24 seatên dawî de kêm bûye, lê tê gotin ku bayê bihêz dê ji îşev ve vemirandina agir zehmet bike.

Pêla din a bayê bihêz li Los Angelesê jî tê texmîkirin ku di navbera 13 û 15ê Çile de 75 heta 85 kîlometre di saetê de be.

Digel ku ew ji bo piraniya başûrê Kalîforniyayê di astên krîtîk de ma, digel bayên hişk û bihêz ku agir pêxist, ji bo piraniya devera Los Angelesê hişyariyên bayê bihêz hatin dayîn. (ÎLKHA)