Hat diyarkirin ku Rêxistina Îstîxbarata Giştî bi hevkarîya Midûriyeta Giştî ya Asayîşê rê li hewldana bombekirinê ya li dijî tirba Seyyîd Zeyneb a li gundewarê Şamê girt.

Ajansa SANA ya Sûrîyeyê ragihand ku hewla teqîna ser tirba Seyyîde Zeyneb ji teref DAIŞê ve hatibû plankirin û şikdar hatin binçavkirin.

Berpirsekî ji Ajansa Îstixbarata Giştî di agahiyên ku wî dane ajansê de tekez kir ku Ajansê "Ji bo hember sekinandina hemû teşebûsên li dijî gelê Sûrîyeyê a ji her alîyê civakê hemû hûner têne bikaranîtin.” (ÎLKHA)