Sîyonîstên îşxalker îro danê sibê avahiyek li Kampa Nuseyratê bombebaran kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di wê êrîşê de bav û 3 zarokên malbata Besam Ebû Harûf şehîd bûne û di bin xirbeyan de kesên winda mane.

Di heman demê de, topbarana îşxalkeran a li ser gelek herêmên rojhilatê Xan Yûnisê didome.

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşên artêşa îşxalker a li ser herêma Xezzeyê ji bejahî, deryayî û hewayî ve berdewam dike û di encamê de zêdetirî 45 hezar û 936 kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûne û 109 hezar û 274 kes jî birîndar bûne. Hêna jî bi hezaran qurbanî di bin xirbeyan û li ser rêyan de mane, lê ambulans û tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)