Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên sîyonîstên îşxalker ku di roja 460emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 6 qetlîamên 24 saetên dawîn de 51 sîvîlan şehîd kirin û 78 kesan jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 45 hezar û 936an  û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 274an. (ÎLKHA)