Li gorî çapemenîya mehellî, balafireke bêînsan yê hewayê, li bajaroka Tammuna başûrrojhilata Tûbasê herêmekî bomberdman kir.
Di êrîşê de Riza Alî Ahmed Bişarat (9), Hamza Ammar Ahmed Bîşarat (10) û Adem Hayreddîn Ahmed Bîşarat (23) şehîd bûn.
Çavkanîyên ewlehîyê, ji WAFAyê re diyar kirin ku cenazeyê şehîdan jî ji teref sîyonîstan ve dest hat dayîn li ser.
Çavkanîyên bajarokê, diyar kirin herêma ku hatîye bomberdmankirin herêmekî cîhê îskanê ye, di herêma ku hat hedefgirtin de malên sîvîlan jî hebûn.
Hêzên îşxalê di seatên serê sibehê de êrîşî bajaroka Tamounê kirin, ji cîhên cuda re nîşandar û pîyadeyan dan bicîhkirin, du xanîyan dorpêç kirin û xwe avêtin gelek malan.
Xeyn ji van agahîyan îşxalkerên ku êrîşî bajaroka Akabeyê kirin, di nav malan de 3 kesan jî desteserkirin.
Doh, ji teref îşxalkeran ve dîsa bi ÎHAyê êrîşek hat lidarxistin û di encamê de du ciwan şehîd bûbûn.
Li Şerîaya Rojavayê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve 175 jê zarok tev de 843 mirov hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)