Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di dema zîyareta ji Komeleya Rojnameyên Serbixwe yê Êlihê re kir de, derheqê meseleya Kurd û pêvajoya çareserîyê de daxuyanîyên muhîm da.
Ramanli, îfade kir ku hêj ji bo çareserîya meseleya Kurd îradeyekî ku bi çavan bê dîtin tineye, encax dawîbûna şîddetê ewê ji pêvajoya çareserîyê re xêra wî hebe.
“Pêvajoya çareserîyê şikestina miradekî mezin bû”
Ramanli, dema ku pêvajoya çareserîyê ya dema borî nirxand de, anît ziman ku di dewra ku hemû kes li bêvîya çareserîyê bûn de mirad hatine şikestin.
Ramanli, “Derheqê meseleya Kurd de gotinekî ku nehatibe gotin nemaye. Hemû kes her tiştî dizane lê ji bo çareserîyê hêna jî îradeyekî tineye. 10 sal berê pêvajoyekî çareserîyê hebû û hemû kes di nav hêvîyan de bû. Ew ê hem meseleya Kurd bihata çareserkirin hem jî şîddet biqedîya, hêvî kiribûn ku ew ê aştîya civakî çêbûbûna. Me jî di wê demê de destekê dabû, lê xeletîyên ku di pêvajoyê de hatibûn kirin dîsa jî me dijminatîya pêvajoyê nekir. Lê mixabin şîddet zêde bû, bêhizûrîya civakî zêde bû.”
“Mirov bi şîddetê mafên xwe nikare bigere”
Ramanli ku îfade kir di vê dewra ku em hatine de tê dîtin ku şîddet ne çare ye, bes pirsgirêkan derdixe holê û şîddet û çek ji pêvajoya çareserîyê re zerarê dide, “Bi rêya şîddetê heq nayên lêgerînkirin. Em bi çekan, şîddetê, kuştinê û bombekirinê mafên xwe nikarin bidestbixin. Tecrûbeya 40 salî ji me re vêya nîşan da. Ger ku çek bêne berdan, ew ê di meseleya çareserîya meseleya Kurd de destê sîyasetê qewettir bibe.”
“Hinek qezenc çêbûn, encax tesîra çekê tineye”
Ramanli, îfade kir ku di pêvajoya çareserîya berê de hinek qezenc hatin bidestxistin encax vana bi xêra çekê nehatin bidestxistin, bi veguherîna dewletê mimkin bû û weha li axavtina xwe zêde kir, “Hinek gavên sembolîk wek TRT Kurdî, dersên Kurdî û propagandayên sîyasî yên Kurdî hatin avêtin. Hinek kes van qezencan jî wek qezencên rêxistinê dibînin. Van gavan, bi tesîra çekan nebûn, bi veguherîna xwe ya dewletê çêbûn.”
“Mexdûrê şîddetê Kurd in”
Serkan Ramanli destnîşan kir ku mexdûrê herî mezin a şîddeta 40 salî Kurd in, “Yê ku herî zêde hatîye kuştin, yê ku gundê wan hatîye şewitandin, yê ku mecbûr maye ku koçê bajaran bikin û bajarên xwe terk kirine Kurd in. Ev bû 40 sal e cirma şîddetê me kişand. Ji ber vê yekê, berdewamkirina şîddeta ku fêdeya wî ji Kurdan re tineye ne tiştekî biaqil e.”
“Daxwazên Kurdan, bi micadeleya aştîyane çêbibe”
Serkan Ramanli, ragihand ku ew bawer dikin mafên gelê Kurdan encax bi micadeleya aştîyane dibe bê bidestxistin, “Tu mafekî bi bêmicadeleyê nayê bidestxistin. Ger ku çek bêne berdan, dema ku em heq û mafên gelê xwe biparêzin ew ê destê me qewettir bibe. Çek, tirsên civakî beslî dike, lê dema ku şîddet ji holê bê rakirin ew ê van tirsan jî bêwar bibin.”
“Divê hest û ramanên civaka Tirkîyeyê bê îdarekirin”
Ramanli, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku mafên Kurdan bê axavtin dibê tirsên dinê ya civaka Tirkîyeyê jî bêne dîqetkirin, “Di demên borî de dema ku mafên dîndaran dihat parastin, derheqê mafên Kurdan de jî tirsên wek îro hatibûn çêkirin. Îro jî heman tirs ji bo meseleya Kurd têne çêkirin. Ji bo derbaskirina van tirsan divê dev ji şîddetê bê berdan.”
“Derê me ji hemû kesan re vekirîye”
Serkan Ramanli destnîşan kir ku HUDA PAR, ji bona ku ji pêvajoya çareserîyê re alîkarî bike amade ye, ji dîyalog û hevkarîya di navbera partîyan de re vekirî ne:
“Derê me ji tu kesî re ne girtîye. Em daîma ji desteka çêker û baş re hazir in. Ger ku ji bo serfirazbûna pêvajoya çareserîyê tiştek hebe ku em bikin, di vî warî de çi bime bikeve em hazirin ku bikin.”
Ramanli di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku pêvajoya çareserîyê tenê bi danîna çekan çênabe, bi nîqaşkirina mafên gelê Kurdan a bi aştîyane dibe pêşve biçe. Di vî warî de bi desteka civakî û sîyasetê rêya çareserîyê qewettir bibe. (ÎLKHA)