Li herêma Kot Adduya li wîlayeta Pencapa Pakistanê otobûsek qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 26 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, destnîşan kirin ku otobûs ji Rawalpindiyê diçû Multanê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)