Qabîneya Serokkkomarîyê, îro di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de dicive.

Civîn ew ê li Beştepeyê di seatê 15.00an de dest pê bike.

Di civîna Qabîneyê de, meseleyên nav welat û derveyê welat û rewşa dawîn a aborîyê bê bidestxistin.

Rojeva ewil ew ê rastkirina meaşa teqawîdbûyî ya herî kêm ku 12 hezar û 500 lîre ye be.

Hat îfadekirin ku ew ê bûyerên dawîn ên ku li Sûrîyeyê pêk hatine jî di rojeva Qabîneyê de be. Rewşa dawîn a piştî rejima Esedê û bi taybetî operasyonên li dijî PKKê bêne bidestxistin, gavên ku bêne avêtin wê bên gotûbejkirin.

Di civînê de ew ê operasyonên li dijî Herêma Kurdistanê jî bêne axavtin.

Li gorî agahîyan ew ê êrîşên dawîn ên rejima sîyonîst a li dijî Xezzeyê jî di rojeva Qabîneyê de be. Agirbesta ku bê kirin û ew ê xebatên alîkarîya însanî bêne nirxandin.

Serokkomar Erdogan, piştî civînê wê ji gel re biaxive. (ÎLKHA)