Bûyer li bazareke li Herêma Qîaoxîya girêdayê bajarê Zhangjiakouyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bazara ku lê fêkî û tiştine din dihatin firotin di wextên şeveqê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.

Di encama şewata ku derket de 8 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)