Bernameya Fetha Mekkeyê ya ku li Hamburgê ji teref Camîya Wehdetê ve hat tertîpkirin, ji teref mirovan ve gelek eleqe hat nîşandan. Ji bernameya ku di Eywana Dîwanê ya Classê de hat tertîpkirin re ji 1000î zêdetir mirov beşdarî bûn.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Osman Bedrettîn Kaymakçi ve hat xwendin dest pê kir û pêşkêşvanîya bernameyê jî ji teref Sertaç Demîrcî û Muhammet Emîn Şekerdag ve hat kirin.

Piştî xwendina Qurana Pîroz Serokê Komeleya Camîya Wehdetê Şîrîn Atli ve axavtina silavdayînê hat kirin.

Koma îlahî ya Wuslatê ku ji Murat Yaman, Servet Demîrcî û Bîlal Solmaz ve pêk tê, di bernameyê de qesîde û kilaman xwendin.

Di berdewama bernameyê de Koma Şanoya Tewhîdê ku ji Îbrahîm Saritunç, Cuneyt Bayram û Bîlal Solmaz ve pêk tê jî şanoyekî bi navê “quretî” leyîstin.

Hat îfadekirin ku piştî şanoyê koma zarokan derket sehneyê û kilaman gotin.

Lêkolîner nivîskar Mucahîd Haksever jî derheqê ehemmîyeta şevê de sohbetek kir û weha got, “Hemû pêxemberan, ji teref qewmên xwe ve ji welatên xwe û ji axên xwe hatine derxistin. Qewmê Pêxemberê me jî, mecbûr hiştin ku wî ji Mekkeyê derxistin derve. Pêxemberê me û eshabê wî, bi salane ji welatên xwe û hezkirîyên xwe dûr man. Hîcret, di dîroka Îslamê de yek ji bûyerên herî muhîm e. Dîroka Îslamê, bi hîcretê dest pê kirîye.”

Bername piştî xwendina îlahîyan bi sipaskirina ji sponsoran û belavkirina şîvê dawî bû.

Komeleya Yetîmelî jî di bernameyê de standek vekir û xebatên xwe yên ji bo mezlum û mihtacan bikaranîtine nîşan dan. (ÎLKHA)