Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê li dijî sîvîlan qetlîam û qirkirinê didomîne.

Îşxalkeran, êvarê jî êrîşên xwe berdewam kirin û herêmên sîvîlan kirin hedef.

Li gorî WAFAya ajansa xebera Filistînê, balafirên herêbê yên sîyonîstan li herêmên Nuseyrat û Megazîyê li dijî sîvîlan êrîşên asîmanî li dar xist.

Rayedarên tenduristîyê, îfade kirin ku di êrîşê de 13 şehîd ji Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê re hatin birin.

Di encama êrîşan de gelek kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku di navbera şehîd û birîndaran de gelek zarok û pîrek hene.

Mirovên ku êrîşê dîtin, destnîşan kirin ku ekîbên sîvîl û parastina sîvîl di bin kavilan de xebatên xwe berdewam dikin.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku artêşa îşxalê bi êrîşên xwe yên asîmanî, li Xezzeyê bomberdmana sîvîlên bêparastin didomîne.

Di encama 34 êrîşên asîmanî yên ku di nav 24 seatên dawîn de hatin lidarxistin de 71 kes şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn. (ÎLKHA)