Yek ji rayedarên artêşa Nîjeryayê Joseph Akubo, daxuyand ku li herêma Osînaya ku girêdayê wîlayeta Îmoyê ye di navbera artêş û endamên ÎPOBê de pevçûn derket.

Akubo diyar kir ku di encama pevçûnê de 2 leşker canê xwe ji dest dan, leşkerekî jî birîndar bû.

Gelê Bîafrayê bi daxwazîya damezrandina dewleta Bîafrayê serhildanek dabûn destpêkirin û di sala 1967an de Komarîya Bîafrayê saz kirin, ji ber herba navxweyî cardin dîsa ketibûn bin serxwebûnîya Nîjeryayê.

IPOB, dîsa dixwze ku dewletek serbixwe saz bike. (ÎLKHA)