Sîyonîstên îşxalker, 20 Filistînîyên ku li Xezzeyê desteser kiribû serbest berdan. Li gorî çavkanîyên Filistînê, yên ku ji Derîyê Kerem Ebû Selemeyê hatin serbestberdan ji teref otobûsên aîdê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve hatin pêşwazîkirin û ji Nexweşxaneya Ewrûpa Xezzeyê ku li Xan Yûnisê ne re hatin birin.
Filistînîyên ku tê dîtin reht bûne, li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin. Ji teref Filistînîyên ku hatin serbestberdan ve hat destnîşankirin ku ew dûçarê îşkence, zilm û zordarîyê bûne.
Li gorî daxuyanîya Ofîsa Medyaya hikûmeta Xezzeyê, îşxalkeran, di êrîşên xwe yên ji hefteya ewil a meha Cotmehê vir ve de bi sedan Filistînîyan desteser kirin. (ÎLKHA)