Balafireke sivik a Klûba Sporên Hewayî ya El-Cezîreyê li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban ket xwarê.

Meclisa Giştî ya Hewayî ya Sivîl a Îmarata Erebî  ragihand ku balafira Klûba Werzîşê ya Esmanî ya El-Cezîre li peravên bajarê Ras el-Ximê ketiye xwarê û balafirvan û alîkarê wî canê xwe ji dest dane. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo tespîtkirina sedema qezayê lêkolîn dewam dikin. (ÎLKHA)