Rejîma terora sîyonîst a îşxalker, naxwaze li Xezzeyê agirbesteke mayînde û pevguhertina êsîran pêk bîne.
Digel HAMAS di muzakereyan de nermbûnê nîşan dide jî terorist Netanyahû û ekîba herbê di bin navê muzakereyên pevguhertina êsîr û agirbestê de planên îşxalkirina Xezzeyê pêk tînin.
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Usame Hamdan, di daxuyanîya ku da de got, rejîma îşxalker heta niha qebûlkirina agirbesta tam û vekşandina ji Xezzeyê direvin.
Hamdan bi televîzyona El Cezîreyê re axivî û îfade kir, me planek di nav de pevguhertina êsîran û agirbestê amade kir û pêşkêş kir. Encax rejîma sîyonîst vêya red kir.
Hamdan dest nîşankir, rejîma îşxalker di rêya lihevkirinê de astengîyan derdixe û qaşo serokwezîrê rejîma îşxalker Netanyahû bi kuştina hemû êsîrên îşxalker dixwaze ji vê mijarê xelas bibe.
Hamdan ragihand ku me berîya niha plana artêşa îşxalker ji Xezzeyê wek bi qedeme şûnde vekşin qebûl kiribû feqet îşxalkeran vê çareserîyê jî red kiribûn.
Hamdan îfade kir, digel êrîşa li Nexweşxaneya Kemal Advanê hatîye kirin di çerçoveya plana generalan de ji bo hemwelatî heyata xwe nedomîne li dijî binesaziyan hilweşîne hatîye kirin. (ÎLKHA)