Di daxuyanîya HAMASê de hat ragihandin ku işxalkeran êrîşî nexweşxaneyê kirin, nexweş, xizmetkar û karmendan bi çekan derxistin derve, şeva borî derdora nexweşxaneyê bi dijwarî bombebaran kirin û di nav de 5 xebatkarên nexweşxaneyê zêdetirî 50 kesan şehîd bûn.
HAMASê diyar kir ku ev hemû sûcên şer in û li kuştinên artêşa işxalker ên li dijî gelê Filistînê zêde bûne, HAMASê diyar kir ku rejîma işxalker û hevkarê wê yê qirkirinê Emrika bi tevahî ji jiyana nexweş û xebatkarên tenduristiyê yên ji Kemal Advan hatine derxistin mesul in.
HAMASê ragıhand ku peywendîya bi Nexweşxaneya Kemal Advanê re qut bûye û hat ragihandin ku xebatkarên nexweşxaneyê û nexweş rastî muameleya xerab hatine û wan birin cihekî nedîyar.
HAMASê ji civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û derdorên bibandor re, xwest ku bêdengîya li hemberî qirkirinê bişkînin û ji bo bidawîkirina qetlîamê bikevin nava tevgerê û piştrast bikin ku rêberên rejîma îşxalker ji ber sûcên ku li dijî mirovahîyê kirine bên darizandin.
Di daxuyanîya ku ji teref Buroya Çapemenîyê ya Hikûmeta Xezzeyê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Artêşa îşxalker Nexweşxaneya Kemal Advan a li Xezzeyê hilweşand û ji xizmetê derket."
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku îşxalkeran derdora nexweşxaneyê bi robotên teqemenî teqandine û piştre beşeke mezin ji avahîyê bombe kirine û di êrîşan de 5 personelên tenduristiyê şehîd bûne.
(ÎLKHA)