Serî, îfade kir ku dijmin çiqas jî veşêr bide fuzeyên wan gihaştîye hedefa xwe, operasyona ku hat lidarxistin jî bû sedema mirin û sekina trafîka balafirgehê.

Yahya Serî weha got, “Hêzên Çekdar ên Yemenê, hêzên hewayê, bi alîkarîya Xwedayê dilovan, li herêma Yafa û Tel Avîva îşxalkirî, operayonekî leşkerî ya ku bi balafira bêînsan ya hewayî ve cîhekî jiyanî ya dijminê îsraîlê hedef digirt lidarxistin û operasyon, bi îzna Xwedê bi serfirazî gihaşt armanca xwe.”

Serî bal kişand ku li Behra Ummanê keştîyên ku ji benderan re baran bar dikin hedef digrin weha got, “Hêzên Hewayê xeyn ji vê operasyonê, li rojhilata Girava Sokotrayê, ji keştîya Santra Ursula li Behra Ummanê bi gelek dronan operayonekî leşkerî li dar xist û bi îzna Xwedê keştî îsabet girt. Keştî, ji ber ku xwedîyê wî biryara qedexeya têketina benderên Filistînê îxlal kirîye hatîye hedefgirtin. Berîya vêya jî îsraîla dijmin li dijî tesîsên sîvîl ên li Sana û Hudeydeyê gelek êrîşan li dar xist û bû sedema şehîdbûn, birîndarbûn û xesara meddî. Ew ê ev êrîş, ezm û biryarîya gelê Yemenê ya berdewamkirina desteka di warê bicîhanîtina wezîfeyên xwe yên dînî, exlaqî û însanî ya ji bo gelê Filistînê zêde bike. Hêzên Çekdar, bi alîkarîya Xwedayê dilovan, xwedî hûnerên bicîhanîtina wezîfeyên xwe ne.” (ÎLKHA)