Li herêma Surameya ku girêdayê wîlayeta Sokotoya Nîjeryayê ye di dema operasyona li dijî komên çekdarî de balafira leşkerî, li du gundan bêhemdî sîvîlan xist.
Walîyê wîlayetê Ahmed Alîyu, destnîşan kir ku di bûyerê de 10 kesan canê xwe ji dest dane, “Jetên leşkerî, ji bona ku komên çekdarî yên ku sûcên terorê bikartînin bêtesîr bikin di wezîfeyê da bûn. Bêhemdî însanên mesum bomberdman kirin.”
Alîyu, îfade kir ku derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.
Li Nîjeryayê artêş, derheqê komên çekdarî yên ku ji Nîjer û Malîyê ketibûn nav welat hişyarî dabû. (ÎLKHA)