Qeza, li ser rêya Puturge -Yayginê pêk hat.
Li gorî îddîayan, ambûlansa ku nexweş di nav de bû û qamyonetek ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ve li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 3 jê personelên tenduristîyê 7 kes birîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê de ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn rewşa birîndarê ku giran e ne baş e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)