Alîkarê Serokê Qazaxistanê Bozumbayev, daxuyand ku balafirekî aîdê Ezarbaycanê ketîye xwarê û di encamê de 38 kesan canê xwe ji dest dane.

Bozumbayev weha got, “29 kesên ku di nav wan de 2 zarok jî hene li nexweşxaneyê ne. Rewşa 11 kesan jî stabîl in û ciddî ye. Rewşa mirovên dinê jî orte ciddî ne.”

Hat îfadekirin ku ji ber şewitîna cesedan ew ê di tespîtkirina nasnameya wan de prosedurekî cuda bê meşandin.

Hat ragihandin ku hêj nasnameya birîndarekî nehatîye eşkerekirin û şiûra wî jî girtîye. (ÎLKHA)