Balafirên şer ên Pakistanê êrîş li dijî Emîrtiya Îslamî ya Efxanistanê li dar xist.
Di êrîşan de, koçber hatin hedefgirtin. Bi piranî pîrek û zarok bi tevahî 50 sivîlan canê xwe ji dest dan.
Artêşa Pakistanê dibêje me Talîbana Pakistanê hedef girtîye. Lê çavkanîyên herêmê van îddîayan diderewînin.
Hat îfadekirin, ev êrîşan dema heyetek ji bo çareserkirina îxtîlafan li herêmê bû hatine rastkirin.
Piştî van êrîşan ji teref Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ve daxuyanîeyek da.
Di daxuyanîyê de van êrîşan hatin şermezarkirin û weha li beyanê hate zêdekirin, “Ev êrîş barbartî û îxlalkirina prensîbên navnetewî ye. Divê rêvebiriya Pakistanê bizanibe ku çareserîya van meseleyan êrîşkarî nîne. Wê ev êrîşan bê bersiv û cewab nemîne.”
Artêşa Pakistanê bêrîya niha jî êrîş li dijî Efxenistanê rast kiribû gelek sivîl hatibûn kuştin.
Piştî van êrîşan rageşî di navbera Pakistan û Efxanistanê de derketibû. (ÎLKHA)