Di daxuyanîya ku li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê hat dayîn de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Li gor agahî û nirxandinên dawî yên ku ji Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê ve hatin bidestxistin; 24ê Kanûna Pêşîyê ya 2024ê roja sêşemê li 6 bajaran wek Îzmîr, Manîsa, Mûxla, Entelya, Aydin û Ispartêyê hişyarîya bi rengê pirteqalî hat dayîn.

Welatiyên ku li parêzgehên bi hişyariya porteqalî dijîn bi rêya SMS AFADê tên agahdarkirin.

Ji bo 6 bajarên ku hişyarîya porteqalî lê hatîye kirin bi rêya muxtar, mizgeft, hoparlorên şaredarîyê, wesayîtên polês û cendirmeyan daxuyanî tê dayîn da ku welatîyên me hilyar bin û xwe ji qeraxên çem dûr bixin.

Li Antalyayê di 24ê Kanûnê de perwerdeya çûnûhatinê 1 roj hat sekinandin.

Ji ber barana zêde li bajarên me ku hişyarîya porteqalî hat dayîn; 7 hezar û 749 personel, 3 hezar û 118 wesayit, 600 motorpompe û 334 pompeyên binê avê ji Midûriyeta Parêzgeha AFADê û hemû saziyên pêwendîdar amade ne.

Em ji hemwelatîyên xwe daxwaz dikin ku hişyarîyên meteorolojîyê bi hişyarî bişopînin û ji qadên lehîyê dûr bisekinin.

Geşedan tên şopandin." (ÎLKHA)