Tûgayên Qessam di daxuyanîya xwe ya li ser qenala Telegramê de diyar kirin ku li bakurê Xezzeyê operasyoneke berfireh li dar xistine.

Tûgayan diyar kirin ku wan 3 leşkerên sîyonîst ên ku dixwestin avahîyekî biparêzin li herêma Beyt Lahîyayê bi danîna barîqatê bi kêrê xistin û kuştin.

Qessam got ku piştî vê yekê micahidan bi ser malê de girtin û hemû endamên hêzên sîyonîst ên di malê de ji mesafeya sifirê bêbandor kirin û çekên wan jî desteser kirin; Wî destnîşan kir ku wan gelek Filistînîyên ku ji ber îşxalê hatibûn desteserkirin serbest berdan.

Tûgayên El-Qessam diyar kirin ku di operasyoneke din a li Kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê de bi roketên Yasîn 105 keştîya sîyonîst û tanka "Merkava"yê xistin û balafira bêmirov a "Quadcopter"a siyonîst xistin xwarê. (ÎLKHA)