Berdevkê Wezaretê Şarafat Zaman Amarhil diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ku dê ji roja Duşemê heta Çarşemê bidome li 11 parêzgehên welat ji 34 parêzgehan li zarokan dilopên li dijî felcê bên belavkirin.

Amarhil bal kişand ku vakslêdan 4,8 mîlyon zarokên di bin 5 salî de vedihewîne, Amarhil bang li mezinên eşîran, alim û dêûbavan kir ku bi awayekî aktîf beşdar bibin û bi xebatkarên felcê re bi tevahî hevkarîyê bikin ji bo pêkanîna rast a kampanyayê. (ÎLKHA)