Balafirên îşxalkeran, li dijî bajarên Refah û Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê bombebaranan kirin.

Di encama bomberdûmanê de herî kêm 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, îro dana sibehê balafirên îşxalkeran li çend cîhên cuda yên Xezzeyê bombeyan avêtin, di encama bomberdûmanê de di navbera wan de zarok û pîrek jî hene herî kêm 26 kes şehîd bûn.

Artêşa îşxalê ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve ji alîyê bejahî, hewa û behrê êrîşî Xezzeyê dike. Di encama êrîşan de ji 45 hezarî mirov şehîd bûn, ji 100 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn. (ÎLKHA)