Bûyer, li Gelîyê Tîraha herêma eşîra Xeyberê pêk hat.

Li gorî xebera Xinxuayê, li herêma ku hêzên ewlehîyê operasyon li dar dixistin bi mîlîtanên çekdarî ve pevçûn derket.

Di pevçûnê de çar leşker mirin, 15 leşker jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku leşkerên birîndar ji nexweşxaneyên leşkerî re hatin rakirin.

Ji teref artêşa Pakistanê ve daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)