Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî ya HAMASê, li ser qenala xwe ya Telegramê derheqê operasyonên ku li Kamp Cîbalîye û Beyt Lahîyayê li dar xistin de agahîyan da.

Qessam, derheqê rapora leşkerî de weha got:

“Micahîdên me; hêzekî sîyonîstan ku 9 kes bûn û li rojavaya Cîbalîyeyê di nav malekî de barîqetan çêkiribûn bi roketên TBGyê hedef girtin û wan kuştin û birîndar kirin.

Micahîdên Qessam, li Ceddeya Ebû El Eyşa ku orta kampa Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê ye sîyonîstekî bi qanasê hedef girt û wî kuşt.”

Tûgayên Qessam xeyn ji van operasyonan diyar kir ku ew li Beyt Lahîya û herêma El Alamîyê jî bargirekî leşkerên sîyonîstan bi teqemenîya gerîllayê îmhe kir.

Hat destnîşankirin ku li rojavaya Beyt Xanûnê jî bi bombeyekî ku tesîra wî gelek zêdeye ve balgirekî leşkerî ya sîyonîstan hedef girtin.

Di nav du rojên dawîn de Tûgayên Qessam, digel qetlîam, qirkirin û xerakirinê li bakurê Xezzeyê li dijî îşxalkeran operasyonan li dar dixe. (ÎLKHA)