Çavkanîyên herêmê ji Xinhua re ragihandin ku êrîş li gorî saeta herêmî di saet 02.30an de li herêma Wezîristana Başûr a wîlayetê dest pê kir.

Çavkanîyan diyar kirin ku di encama gulebarana bi kordîne ya li nuqteya kontrolê de herî kêm 16 leşkeran canê xwe ji dest dane û 8 leşker jî birîndar bûne.

12 cesed hatin teşhîskirin, nasnameya 4 kesan hêna jî nehatîye tespîtkirin.

Hat diyarkirin ku birîndar bi lez û bez ji bo tedawîkirinê ji Navenda Perwerdehîya Hêzên Sînor a yekîneyên paramîlîter re hatin rakirin.

Çavkanîyan diyar kirin ku li hember êrîşê leşkeran bi roketavêj û çekên din ên berdest bersiveke bi tesîrdar dan.

Artêşa Pakistanê heta niha derheqê berpirsên êrîşê de daxuyanîyeke fermî nedaye. (ÎLKHA)