Çete û şênîyên îşxalker, li gundê Mardaya bakurê Şerîaya Rojavayê camîya bi navê “Bîr Valîdeyn” şewitandin û di encamê de şewatekî mezin derket.
Îşxalkeran, li dîwarên camîyê “Ji ereban re mirin… Emê camîya bişewitînin û hewrayan lêbikin” bikin.
Filistînîyan destnîşan dikin ku van êrîşan ji ber gotinên Netenyahu, wezîr Itamar Ben-Gvir û wezîr Bezalel Smotrichê pêk hatine. Mirovên ku bûyerê dîtine îfade kirin ku di camîyê de şewatekî mezin derketîye û di encama midexeleyê de şewatê vemirandine.
Gundê Mardayê, cîranê şênîyên Arîelê ye, ji teref îşxalkeran ve gund bi derîyên leşkerî hatine girtin û ev jî gundê dorpêç dike.
Wezareta Karên Derve yê Filistînê jî ji sûca sîyonîstên îşxalkeran re bertek nîşan da û weha got, “Çalakîya şewitandina camîyekî ya li gundê Mardayê û nivîsandina nivîsên nîjadperestî şermezar dikin.” (ÎLKHA)