Qeza, li nêzê gundê Dereyê pêk hat, li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin şofêrê pîqabê hakimîyeta dîreksîyonê wnda kirû pîqab gêr bû.

Piştî qezayê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin, mirovên birîndar Latîf Şahîn, Fersende Şahîn, Îsmaîl Yalçin, Cahît Yilmaz, Hûseyîn Tîryakî, Gulsume Kaplan û mirovekî dinê ku nasnameya wî nehat hînbûn bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatine rakirin.

Ji birîndaran Gulsume Kaplan, li nexweşxaneyaê digel temamî midexeyan canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran ku giran in ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)