WHO bi munasebeta 18ê Kanûnê, Roja Navneteweyî ya Koçberan, postek ji Xê parve kir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 70 hezar koçberên neqanûnî mirine. 

Piştî van hejmarên trajîk, WHO banga koçberîya bi ewle, bi rêk û pêk û bi rûmet kir û got, "Divê tu rêwîtî bi trajedîyê neqede. Ji sala 2014an û vir ve zêdeyî 70 hezar koçber mirin. Werin em koçberîya bi ewle, bi rêkûpêk û bi rûmet biparêzin. Em mafên tenduristîyê biparêzin, pêşî li mirina zêdetir." (ÎLKHA)