Li Honoluluya paytexte Hawai ya Emrîkayê li nezik Balafirgeha Navneteweyi ya Daniel K. Inouye di dema firîna perwerdehîye da balafireke kargo ya cureya Cessna li avahîyekî ket.
Rayedarên dewletê ragihandin ku avahîya ku balafir lê ketîye vala bûye û di encama qezayê de 2 kesên di balafirê de yek ji wan mamoste bû canê xwe ji dest dane.
Lijneya Ewlehîya Veguhastinê ya Neteweyî ya Emrîkayê (NTSB) ragihand ku derbarê sedema qezayê de tehqîqat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)