Midûrê Ragihandinê Fahrettîn Altun diyar kir ku Serokkomar Erdogan ji bo beşdarî 11emîn Civîna Rêxistinê ya D-8an bibe ew ê sibê biçe Misirê.

Altun weha got:  "Serokê me ew ê di lûtkeya ku bi temaya 'Veberhênana di ciwanan de û Piştevaniya SME'yê: Teşekirina Aboriya Sibeyê' bê kirin û dê beşdarî rûniştina taybet a li ser rewşa Filistîn û Lubnanê bibe. Serokê me yê ku Her wiha wê bi hempîşeyên xwe yên beşdarî lûtkeyê bûne re hevdîtinên dualî pêk bîne û bi taybetî mijarên Sûriye û Filistînê binirxîne." (ÎLKHA)