Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyeyê ya Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen û Temsîlkarê Daîmî NY ya Rûsyayê Vasiliy Nebenzya, di rûniştina NYyê ya derheqê Sûrîyeyê de hatibû tertîpkirin de bang kirin ku bila mueyyîdeyên li ser Sûrîyeyê bêne rakirin.

Konseya Ewlehî ya NY, derheqê rewşa însanî û sîyasî ya li Sûrîyeyê de runiştinek tertîp kir.

Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyeyê ya NY Geir Pedersen ji rûniştinê re ji Şamê beşdarî bû û destnîşan kir ku di warê alîkarîya aborî ya ku welat ji ber veguherîna sîyasî hewce ye bê kirin de weha got, “Di warê navneteweyî de ji bo beşdarîya vê pêvajoyê daxwazekî zelal û vekirî heye. Lazimatî gelek mezin in ev lazimatî jî encax bi destekekî mezin bê temînkirin. Dawîkirina mueyyîdeyan, di danasînan de gavên ku hewcene bêne avêtin (derheqê rêxistinên di lîsteyên terorê de ne de) û nûkirina ji nû ve jî di nav vê lazimatîyê de ye.”

Koordînatorê Alîkarîya Acîl û Alîkarê Sekterê Giştî yê Mesulê Ji Karên Însanî ya NY Tom Fletcher jî ku ji Şamê beşdarî rûniştinê bûbû bang kir ku bila alîkarîyên ku ji Sûrîyeyê re têne kirin neyên astengkirin, “Sûrîye, ji xwe bi krîzekî însanî ya herî mezin re rubirû bû. 17 milyon însan ku qasî ji sedî 70ê nifûsê ye, di nav rewşa mihtacê alîkarîyê de ne.”

Temsîlkarê Daîmî NY ya Rûsyayê Vasiliy Nebenzya jî bang kir ku bila mueyyîdeyên navneteweyî yên li ser Sûrîyeyê bêne rakirin û got, “Krîza însanî ya li Sûrîyeyê, gihaştîye rewşa felaketê û hewceye ku civaka navneteweyî alîkarîyekî acîlî û koordîneyî bê kirin. Mixabin ji Sûrîyeyê re alîkarîyên însanî qasî ku hewceye nayê kirin.”

YE, Emrîka û Îngilistan ji sala 2011an vir ve ji ber ku Beşar Esad ji protestoyan re midexeleyên dijwar lidarxistibû mueyyîdeyên giran dabûn destpêkirin. (ÎLKHA)