Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu doh jî li Rihayê têkilî û zîyaretên xwe berdewam kir.

Yapicioglu, di çarçoveya zîyaretên xwe de Walîyê Rihayê Hasan Şîldak jî  ziyaret kir.

Li cem Yapicioglu Serokê Bajarê Rihayê Faruk Polat, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yahya Ograş û Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Îbrahîm Halîl Guneş jî hebûn.

Yapicioglu û heyeta pê re piştî zîyareta Walî Şildak, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê jî ziyaret kir.

Yapicioğlu ŞUTSO Serokê Lijneyê Mehmet Yetîm bi endam û endamên meclîsê re hat cem hev.

Di serdanê de pirsgirêkên bajêr û pêşnîyarên çareserîyê hatin nîqaşkirin. (ÎLKHA)