Bûyer, li wîlayeta Benue pêk hat.

Berdevka Polîsê Benue Catherine Anene got ku keştîya darîn a rêwîyên ku ji sûkê vedigeriyan di çemê Benue de binav bû.

Hat ragihandin ku di qezayê de 20 kesan canê xwe ji dest dane û 11 kes jî hatine xelaskirin.

Şahidekî bûyerê weha got: "Keno pir barkirî bû û tevî şîretên hinek rêwîyan ku li benda sefera duyemîn bin jî, ji ber ku her kes di heman demê de israr dikir ku biçe, ev daxwaz paşgahkirin. Di nîvê çem de kanoya darîn li darekê qelibî û ji hev belav bû û zêdetirî 20 rêwîyan ku piranîya wan jin û zarok bûn, canê xwe ji dest dan."

Hat diyarkirin ku piştî qezayê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û endîşe tê kirin ku hejmara mirîyan zêde bibe.

Li Nîjeryayê, bi taybetî di demsala baranê de dem bi dem karesatên keştîyan li ser çeman çêdibin. (ÎLKHA)