Sîyonîstên îşxalker qirkirin û qetlîamên xwe yên li dijî Xezzeyê bênavber didomîne.
Îşxalkeran, ji êvarê heta serê sibehê êrîşan pêk anît.
Li gorî xebera WAFAyê balafirên herbê yên sîyonîstan, li rojhilata Xezzeyê du malên ku sîvîl di nav de diman bomberdûman kir, di encamê de 11 kes şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Ji malbata El Qurma li Taxa Şûcayîyeyê re êrîş hat lidarxistin, di dema êrîşê de zarok jî di nav de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li nêzê Goristana El Qessam a Nuseyratê jî malekî hat hedefgirtin, di encamê de jî Filistînîyekî şehîd bû û 13 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)