Li wîlayeta Samanganê di kana komirê de hilweşîn pêk hat û 35 karker asê man.

Berdevkê Walîtîya Samanganê Îsmetullah Muradî diyar kir ku li navçeya Dara Sof Payanê di kana komirê de hilweşîn pêk hat.

Muradî diyar kir ku 35 karker di bin xirbeyan de mane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. (ÎLKHA)