Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrîşên siyonîstên îşxalker ku di roja 436emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 2 qetlîamên 24 saetên dawîn de 46 sîvîlan şehîd kirin û 135 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 976an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 759an. (ÎLKHA)