Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 435emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 2 qetlîamên 24 saetên dawîn de 55 sîvîlan şehîd kirin û 170 kesan jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 44 hezar û 930yan û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 624an. (ÎLKHA)