Balafirên herbê û ÎHAyên artêşa îşxalker, Sayda û Sûrê ku li başûrê Libnanê re êrîşên asîmanî li dar xistin.

Hat îfadekirin ku ji bajarê Sûrê, eş-Şaîtîyye û bajaroka en-Nakuraya ku di navbera gelî û Çîyayê el-Batumê de ye re êrîş hatin lidarxistin.

ÎHAyên sîyonîstan di serî de li ser navenda bajara Sûrê û bajarokên Ayn Baal, Batulîye, Hanavîye, Kana, el-Kalîle û El-Mansûrîyeyê firîyan.

Herêma es-Senîber û el-Bîsarîyeyê jî bûn hedefên balafirên herbê ya îşxalkeran.

Artêşa îşxalê, ji 27ê Mijdara ku agirbestê îlan kiribû vir ve 220 caran îxlalan pêk anît, di van êrîşan de jî 30 kesan qetil kir, 33 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)