Di depoya ku bermayîyên înşaetê tê de di ketina avahiya 3 qatî ya Taxa Beyê de dihatin parastin, ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Şewata ku bi şev derket, di demeke kurt de mezin bû.
Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên îtfaîyeyê sewqî herêmê hatin kirin.
Şewat piştî xebata 1 saetî ya îtfaîyeyê hat kontrolkirin.
5 kesên di avahîya qata jorîn a depoyê de dijîyan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa tenduristîyê ya kesên tên dermankirin baş e.
Ekîbên îtfaîyeyê xebatên xwe yên ji bo sarkirina agirê ku ji ber sedemeke nediyar derketiye didomînin. (ÎLKHA)