Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Antony Blinken piştî serdana xwe ya Tirkîyeyê çû Iraqê û bi Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî, pêşhatên herêmî û rewşa Sûrîyeyê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Blinken a der barê hevdîtinê de weha hat gotin: "Me bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî re li ser geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê axivîn. Min pabendbûna me ya ji bo ewlehî, îstîqrar û serwerîya Iraqê teqez kir." (ÎLKHA)