Artêşa îşxalker piştî ketina rejîma Esed êrîşên xwe yên li ser nuqteyên stratejîk ên Sûrîyeyê didomîne.

Rejîma sîyonîstî êrîşên xwe li ser navendên leşkerî û lêkolînên artêşa Sûrîyê pêk tîne.

Balafirên şer ên îşxalkeran Balafirgeha Leşkerî ya Mezze ya li Şama paytexta Sûrîyeyê hedef girtin.

Li Balafirgeha Leşkerî ya Mezzeyê ya li Şama paytexta Sûrîyeyê ku ji teref artêşa îsraîlê ve hat hedefgirtin, gelek balafir û helîkopter zerarê dîtin û nekarin bên bikaranîn û sîstema parastina hewayî jî hatin îmhakirin.

Balafirgeha Mezzeh a leşkerî navendeke stratejîk bû ku di belavkirina pêdiviyên leşkerî yên rêjîma Esed de roleke wê ya girîng hebû. (ÎLKHA)