Artêşa îşxalê, êrîşî Nuseyrata Xezzeyê kiribû.
Li gorî xebera WAFAyê, balafirên herbê yên îşxalkeran, di êrîşên xwe de malên ku sîvîl jî di nav de bûn hedef girt.
Di êrîşan de pirî wan zarok û pîrek 30 kes şehîd bûn, 40 kes jî birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtine, destnîşan dikin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)