Komeleya Kerwana Hêvîyê ya Bûrsayê bi alîkarîya xwe ya malî û neqdî, li bûrsayê wezîfeya xwe ha hêvîtîyê didomîne.

Kerwana Hêvîyê ya Bûrsayê di çarçoveya projeya "Botek û Montek" de amadekaryên xwe yên ji bo 200 zarokên hewcedar bi dawî kir û ji 75 zarokên li sê dibistanên cuda re bot û montan diyarî kir.

Di berdewama projeyê de 125 zarok tevî malbatên xwe ji aliyê komeleyê ve hatin pêşwazîkirin û cilên xwe yên zivistanê ecibandin.

Di daxuyaniya ku ji teref rayedarên komeleyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Me di mehên zivistanê de ji bo zarokên malbatên mexdûr dest bi bernameya danasîna bot û montê kir. bi destkên zêde ên xêrxwazên xwe em dikarin xwe ji zêdetir malbatan re bighênin." (ÎLKHA)