Şewat, di seatên serê sibehê de li Taxa Yenîevlera ku girêdayê navçeya Surêye pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku di dema vemirandina agir de endamekî îtfaîyeyê ketîye nav agir û wanayê girtîye. Van demên ferdê îtfaîyeyê bi qemerayan ve hat kişandin.

Ekîbên îtfaîyeyê ku ji bona belavbûna arê asteng bikin dixebitîyan, şewatê kirin bin kontrolê û vemirandin.

Ji bo sedema derketina şewatê xebat hatin destpêkirin.

Li herêmê xebatên sarkirinê berdewam dike. (ÎLKHA)