Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yahya Serî, derheqê hedefgirtina “du destroyera Emrîkayê û sê keştîyên tedarîkê” û herêmên “Yafa û Eskalan” a ku îşxalkirî ne de daxuyanîyan da.
Serî destnîşankir ku di çarçoveya destekdayîna ji berxwedanê û gelê Filistînê de û ji bona ku ji êrîşdarîya Emrîka û Îngilizan re bersiv bê dayîn hêzên hewa yê bêînsan û hêzên fuzeyê sê keştîyên tedarîkê yên Emrîkayê dema ku ji bendera veqetîyan bi operasyonekî leşkerî hedef girtin.
Serî xeyn ji vê agahîyê îfade kir ku ew li Bendera Adenê jî du keştîyên ku sotemenîyê didin keştîyên dinê hedef girtine, operasyona ku bi gelek fuzeyan hatîye lidarxistin bi serfirazî encam bûye.
Serî, daxuyand ku ew di nav deh rojan de du caran keştîyên Emrîkayê hedef girtine.
Hat destnîşankirin xeyn ji operasyonên li dijî keştîyan li dijî bajarên Yafa û Eskalana îşxalkirî jî du operasyonên leşkerî li dar xistine, ev operasyonên ku hatine kirin jî gihaştine armancên xwe. (ÎLKHA)