Artêşa qaşo yê rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê bênavber didomîne.
Balafira herbê ya aîdê îşxalkeran, êrîşî mala ku nêzê Nexweşxaneya Kemal Advanê ye û sîvîl di nav de bûn kir.
Di êrîşê de 18 kes şehîd bûn.
Hat îfadekirin ku hêj 12 kes di bin enqaza avahîyê de ne û hêj nehatine derxistin.
Li herêma Safîna başûrrojavaya Kampa Penaberan a Nuseyratê jî malekî hat bombekirin, di encama vê bomberdûmanê de jî 7 kes şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)