Cemaata Hizbullahê derbarê geşedanên dawî yên li Sûrîyê de daxuyanîyek belav kir.
Daxuyanîya Buroya Çapemenîya Hizbullahê ya têkildarî geşedanên li Sûriyeyê weha ye:
Bismillahirrahmanirrahim
“ Xwedê kê ji rê bixe; vêca piştî Xwedê ji bo wî tu xwedî û arîkar tun in. Dema zalim ezab dibînin; tu yê wan bibînî ku dibêjin: ‘Erê ma ji bo em vegerin dinyayê tu riyek nîn e’? (Şura-44)
Xelasîya gelê Sûrîyeyê bira ya ji dîktatorîya Baasê ku bi salan e hebû bi zêdebûnîyê berdewam dikir û ev guhertina ku pêk hatîye bi giştî ji alema Îslamê re serxêrê be, bi taybetî jî ji Xwedê ji bona ku hemû gelê Ereb, Kurd û Tirkmenên Misilman û yên ku bawerîyên wan cuda ne; bila edaleta îslamê bigrin û bawerîya xwe di bin hizûrê de bijîn daxwaz dikin.
Aqubeta malbata Esedê û Baasa ku zilma wan a 61 salî hebo hebo îro derketîye holê, bi îzna Xwedê ew ê xewa hemû rayedarên zaliman birevîne. Bi îzna Xwedê ew ê ji rayedarên dîktator ên zalim ku gelê Filistîna mezlum û bi teybetî jî gelê Xezzeyê tenê hiştine re bibe îbredek û ew tiştên ku kirine li ber çavên xwe derbas bikin.
Bi îzna Xweda dawîya sîyonîstan û şirîkên wan nêzîk bûye. Kes nikare heta dawîyê zilmê bike. Her yekî li cem Xweda wextê xwe yê diyarkirî heye. Dema ku ew dem hat, kes nikare wan xelas bike.
Her bostek axa gelê Sûrîyê yê bira gelek bi qîmet e. Em tewsîye dikin ku ew ji bo yekparebûna axê hişyar bin. Em dixwazin bînin bîra we ku sîyonîstên ku dizîtî û îxracê ji xwe re kirine exlaq, bila bi îstifadekirina ji firsendê tehemûlê diziya ku hewl didin nedin.
Em hêvî dikin ku ew kesên ku bi bêsebirî li bendê ne ku hêzên di nava gel de piştî azadîyê bi hev re bikevin pevçûnê, xeyalên wan pûç derbikevin.
Em hêvî dikin û bawer dikin ku ew xûşk û birayên me yên Xezzeyê yên ku herî kêm bi qasî xûşk û birayên me yên Sûrîyeyî di bin zilm û zordarîya sîyonîstan de bûne ji bîr nekin û bi hemû hêza xwe li cem wan bisekinin.
Em dibêjin ku em ji hemû sazîyên Îslamî yên xwedî fikrên mutedîl a Îslamî ne re, li gorî îmkanên xwe desteka her alî bikin amade ne, em dixwazin ku bila birayên me yên ku îdareyê bidestxistine jî vêya bizanibin.
Xwedê birayên me yên Misliman ên ku desthilatdarî bi dest xistine ji heqîqetê veneqetîne, heqîqetê nîşanî wan bide û wan bike heq. Em dawxaz dikin ku di rêya rast de serbikevin.
Buroya Çapemenîya Hîzbullahê” (ÎLKHA)